Pelên bela wela بقلم الشاعر هشام مراد
..
...pelên bela wela.
Kobanî.
Ez çi bêjim, ne li gorî te ya.
Ez çi bidrûm, ne li bejne te ya:
Kobanî: çavên dilan.
Kobanî: hêze milan
Kobanî: dayka, gelan.
---------------------------- Tu bûya ferhenga, şoreşvanan.
Tu wî goristana,pakrewanan-.
Kobanî: hêsrên ,diyan.
Kobanî:klê çavan.
Kobanî: hêvyên, giran.
-----:--------------------
Tu xwîne ciwanan, ya em kirin, yek.
Dijî wan dijminên hov,û gelek.
Kobanî:
Bihna gulan.
Kbanî:hêze milan.
Kobanî şahya zeman.
--------------------------
Tevgera giran, tim bu te ya.
Pêş gotine xweş her, bi navê te ya.
Kobanî: ala riyan .
Kobanî:dîroka, biran.
Kobanî . heyva azman.
----------------------------
Çiqa bêjim li te, ne pire.
Dijmin şikand, li hemî dera.
Kobanî:
mala mêran.
Kbanî: cihê şêran.
Kobanî:axa zêran.
-----------------:----------
Haşim murad.
22 8 2025.
تعليقات
إرسال تعليق