Pelên bela wela بقلم الشاعر هاشم مراد
....pelên bela wela.
Kes nema
Kes nema parek neda:
Çi ji xwînê
Çi ji birînê
Ji peyvê deva
Ji xewnên şeva
.
Alûziyek, kûr û dijwar.
Kes nema parek, neda:
Bi navê welat.
Bi navê xweda.
Ji can û gava
Ji pariyê deva.
Alûziyek ,kûr û dijwar.
Kes nema parek neda:
Bo dîmokrasiyê
Çi ji bo aştîyê,
Û bo szadiyê.
hin ji bo dizîyê.
Alozîyek, kûr û dijwar.
Kes nema parek neda:
Çi ji nemira
Jimar ji pira
Çi jin û çi mêr
Hejar û têr.
Aloziyek, kûr
Û dijwar.
Kes nema parek neda:
Çi ji çep
Çi ji rast
Çi bo sistemê
Yan çi dijî wê
Alûziyek,kûr û dijwar.
............................
Haşim murad
14 8 2025.

تعليقات
إرسال تعليق