Òewimî بقلم الشاعرة وهيبة عيسى
Qewimî
Bi ser min de hat ev ewrê tarî
Cawîn û piştdar xwe dabûn alî
Bextê minî reş şeqlandin bijane Eraq û dilbaz ne dîti çare
Tev bûne neçar,ne dîti derman
Giran bibu bar xûz bûm ji ber wan
Can li min bu dar giran bu ev jan
Dûr bûm ji wextê û l' pê xelkê mam
Ev jana dûmdar bê bext û dekkar
Li ser cergê min bûye zilindar
Saman û hedar ji ku peydakim
Min daye ber hev mozqirtk û heftcar
Rewşam xirabu pir zehmet û zor
Kunêr b' janbu tevî sor û mohir
Nafis ka bêje li bate derman
Ji ra dûr bibî ev mirin û gor
Hîna ne wexte , zaro biçûkin
Ne alvêrçîne nasnakin sûkin
Ne bûye dahol , ne dîne bûkin
Ne xwegirtîne ne babîsokin
Hîna terrin û hestî tezene
Nasnakin dost û dijminê xwene
Pêwîst bo wan hîn û perwerdeye
Piştî mezinbûnê mirin j'mafê meye
Mê bidin ser riya bav û kalê xweye
Nabe mala kesî ev dunya hîleye
Wehîba Îsa _12_8_2025
___________________________

تعليقات
إرسال تعليق