Ez dizanim بقلم الشاعر حيدر خليل



 Ez dizanim çiqasî tengasî bi serê min de were û ez li ser piyan  bimînim di vê cihanê de 


Û tîrêjên ramanek nû bê guman dê ez çawa dikarim mesajên wê hilînim 


Û Çend carîn din û çend rojên din û çend demên din û ez di nav fikiran de çawa hilînim 


Û çend şevên  dirêj û di tarî de, ez bimînim û ji ber wê ez ê zimanê kurmancî hilînim 


Û heta ku ez baweriya xwe bi Kurdistana xwe bînim ez derdê zimanê kurdî hilînim 


Û ezê destên xwe bilind bikim û tiştî ku hûn dixwazin ji min bipirsin ez her tiştî we ji xwe re hilînim 


Û ez hêviya jiyana xwe yên di cihanê de derdê xwe dikşînim û ji bo xemên we hilînim


Û ez  daxwaza kul û keserên xwe ji xwedayê xwe bikim û qurbaniya xwe ji bo we di cihanê de hilînim


Û ez dizanim hertimî ez silematê dixwazim di  welatê xwe de ji bo kêfxweşî we ji xwe re hilînim 


Û hêviyên min  bi hewildanên kêfxweşî di navberê mirovan de heya ji bo ez kenên we ji xwe re hilînim 


Û ez dixwazim îro ez  bêjim ji xerîbê pîstir tune lê nezaniya di hundirê welatê me de jê pîstira de werin ji min pirs bikin ez derd û kulên xerîbî ji xwe re hilînim 


Heyder Xelîl li Holende.   14.   8.  2025

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

لم تعلم بعد بقلم الشاعر عاطف محمود

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد ابو طاحون

يقول المثل بقلم الشاعر نذيردهان