YasîRêbtin Helbest BavêMetîn
Ez qurban
Helbest : Bavê Metîn
Deng û awaz: Yasîn Rêbaz
Pakrewanim
Min bikuje tu carî qet ez namirim
Bi min xe ar naşewitim ez agirim
Ez çiya me hîm û lat û kevirim
Pakrewanim şehîdê gel ez namirim
Bemba biçîn natirsim qet, ez hunerim
Firok çine firokê baz, ez bafirim
Gule me ez îro sînga te diçirim
Pakrewanim şehîdê gel ez namirim
Dasa pala çakûçê destê karkirim
Simbilim ez baran û berfa cotkerim
Şemala gel ez mejiyê ramangerim
Pakrewanim şehîdê gel ez namirim
Rim û şûrim tivinga destê şerkirim
Roka jînê tu carî ez venamirim
Vîn pola me ji vê rêçê venagerim
Pakrewanim şehîdê gel ez namirim
1993
Cindiyê Metînî
تعليقات
إرسال تعليق