Seyrê بقلم الشاعر محمد علو
Seyrê
Seyrê seyrê seyranê
Mirêka ber çavanê
xwedî yê xemla giranê
Bi hibrîyû xeftanê
Derket ji nav malanê
Bi morî û mircanê
Bi zincir û qeytanê
Memik sora heranê
Qirik șûșa Lempanê
Keça kêye nizanim
Ji mala kêye nizanim
Tenê dibêm nizanim
Seyrê bi tacû rexte
Xwedîyê șansû bexte
Digerê cihê rihete
Rûnștê yê li ser texte
Ew xwedî mercû șerte
Nexema wê ji kesê sexte
Li benda xortê qence
Xortê qenc li ser çorte
Gazî dikê dengê xorte
Seyrê keça wezîre
Mîre Ji mala mîrane
Ser hișke ji hesinê serte
Keça kêye dizanim
Ji mala kêye dizanim
Dizanim ez dizanim
MUHAMAD ALO 23.7.2025
تعليقات
إرسال تعليق