MEYNOŞ Ê بقلم الشاعر اجدار عيسو



 MEYNOŞÊ

Meynoşê ka ji destan bîn peyalên meyê bi noşin

Vexun ramanan jê xweşkin sewdan jî neyê bi coşin

Temen bûrî di wêjê de hin ji kêmin nayê boşin 

Sinc û rewişt bêje zanîn di rengan de mendehoşin

Ravkirna bêja hesane tenê nezan têne poşin

Agirên zor di nestan de reftar hêzan de bi coşin

Civak wêrane bê zanan bi

zanîn neyê dirojin

Xweda pîvan da her tiştî bi avayê têne doşin

Ewin ronahiya civakê rêzê ka jê binoşin

Ziyanê nedin çandê tovan di qenciyê de qoşin

Cîhan bi xwe siya darê bihna wê kî jê binoşin

Bi vêmahî kes lê nay bijîn sûdê jê de bi boşin

Mendehoş bi hestan re hestiyarin kengî qidoşin 

Vala di kûrehiya rê de bi xeman ne firoşin

Mebest ya ji helbestê re kolanan wê kî bikoşin

Sermest di endêşa de wêre wê kî vînê bixoşin

Mendehoş ji evîna te vîndar mest wê kî bidoşin

Şeyda me di vînê de ka were derdan jê binoşin

Di jiyanê de dakin êşan di vînê de bi roşin

                    Ejder Îso

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

متقوليش بقلم الشاعر عبد المنعم حمدي رضوان

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد ابو طاحون

الغزال الأسمر بقلم الشاعر فؤاد يوسف طاحون