Gulî sorê بقلم الشاعر بافي هوزان
Gulî Sorê
Gulî sorê li benda te rawestan
Buhar va çû lime va bû zivistan
Li ber deryê evîna te mam bê çar
Hewar û sed hewar mame perîşan
Gulê sorê çi rim bû te li dil da
Were baş binêre li halê seyda
Soz û beyman teda min çûye berba
Birîn kûre ne derman nayê beyda
Gulî sorê te çi anî serê min
Bi hesre tim dîsa hate derê min
Ji êşan re ez memim ew zîna min
Xerîb ya te agir berda canê min
Gulî sorê minî çawa hejte kir
Çendî cara te bela xwe nedvekir
Wekî tava buharê te belav kir
Dema çûyî te xwîna min zuha kir
H.Bavê Hozan
تعليقات
إرسال تعليق