Rinde بقلم الشاعرة وهيبة عيسى

 



Rindê

Gerdena nazik bi morî

Şewqê dayî pencerê 

Can û rih  qurban û gorî

Dam ber tîr û xencer ê


Herdem ji bo te firarim

Rêwiyê riya dûrim

Dûrî te bim ez nikarim

Ku te ne bînim korim


Ev rihê nazik dinalî

Canê qet tu na bîne

Ew dinale  pir bê hale

Nameya pir dişîne


Ez di xwazim te veşêrim

Di çav û cerg û hinav

Ya veşêrim ez ne hêlm 

Ku ti kes herê  b' lav 


Porê reştarî sûlavin

Rû wek heyva l' çardeye

Dêmên li hev b' xunavin

Ew rihberam bi xweye 


Bisk û zulfê qer li bane

Xwe berda ser gerdenê

Ew giran û pir buhane

Xwîna pîroz qelenê


Rindê nazê serî hilde

Li çar hêla fermane

Serhildan , berxwedane

Ji bo bûka cîhane 


Dem hatiye tu azad bî

Daholê li darxîne

Her serdana pekrewana

Bidin  wan xweş mizgîne


Bê xwîna pîroz bo min da

Ew di damarê min deye

Hûn tenê dildarê canin

Şêrîn wek we kî heye

Sînga min bo we buhişte

Tesnîm û kewser heye

Têde bijîn û pîrozbe 

Ilyaqî navê weye

Wehîba Îsa _24_6_2025

*********************************

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

متقوليش بقلم الشاعر عبد المنعم حمدي رضوان

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد ابو طاحون

الغزال الأسمر بقلم الشاعر فؤاد يوسف طاحون