HEVAL HARoN بقلم الشاعرة سلمى اليوسف

 



HEVAL HARON


Heval Haron stêrkek ji stêrkên welatê min e

Birayê wî  Azarêya gelek in 

Wek şêx se'îdê pîran 

Qadî mihemed û Berzanî

Le roj ava şêr û cenga û berxwedane

Lê  hene  kole û xayînan û xwelamen 

Xaka wê perçeperçe kerene û 

Kirin bin destê neyaran

💥     💥     💥

Haron xortekî şoreş van bû

Li nav çiyayê kurdistanê  bû

Xwe berda gundekî Şirnaxê 

Ji birçîbûn û tîbûnê çelmisî bû 

Berê xwe da çend welatiyan 

Digot: Ev ji xwîna min in

Li min nakin xap û xiyanet 

💥     💥     💥

Lê mixabin derketin qorêçî

Xwe firotin bi çend quruşan

Haron digirtin wek guran

Dikir hewar û gazîn 

Ez ne diz im, ez şervan im

Riya azadiyê dişopînim 

Min canê xwe gorî kiriye 

💥     💥     💥

Ez ne diz im, ez serfiraz im 

Ez azadiyê dixwezim   

Ez wenda bûm

Riya min dûr e

Barê min giran e 

Welatê min bindest e 

Min riya şoreşê girtiye 

Bo serxwebûna kurdistanê

Ji bo welêt ev bû çend sal  in

Min dayîka xwe nedîtiye 

💥     💥     💥

Ez ne cehş im, ez şervan im

Ji bo azadiya welatê xwe 

Min nefiroşin bi erzanî 

Bo çi em celadê hev in 

Û ji xelkêra em kole ne?!

Berê gotine:

Kurmê darê ne ji darê be

Dar nayê xwar


✍️ SELMA YÛSİF

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد يوسف أبو طاحون

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد ابو طاحون

الغزال الأسمر بقلم الشاعر فؤاد يوسف طاحون