Dîroka reş بقلم الشاعرة سلمى اليوسف

 



DÎROKA REŞ


Di dîrokeke reş de em dijîn 

Asîman li me bûye tarî  

Xak bûye ziwa 

Li ser me xişmeke reş tê xwar 

Hemî agir, toz û dûman 

Dayîk li kolanan

Li zarokan digerin 

Dîroka bêbext gelek caran em xapandin

Dışa dubaredibe xapandin

Bi êş û derd û azar

Her dem nûdike brîna me  

 xak û ezmanê me ne 

we çi kare li vir?

Em li benda roja xwe ne

hingî hun ji vir dibin der 


Lê bextê me reş e

Û felek kor e 

Dîrok her me dixapîne

Ax lê felkê...!

Çima buhar li welatê me gelek kin e? 

Çima zivistan sar û seqem e

Hişk û bê baran e 

havîna me germ û dijware

 payîz hemî ba û bahoz e

Erd û ezman Li hev dixin 

Li ser xaka welatê min Rojên me hemî mij û dûman in 

Ceng û berxwedan in 

Li welatê min evîndar

Li hêviya buharê westiyane

Rez, zevî û gulistan

Li hêviya xunavan çilmisîn 

Xewnê me hemî bûne derew 

Çavên me tim bi rondik in 

Hêviyên me tev bûne ber ba 

Çima li ser xaka welatê me yê pîroz

Mane di jiyaneke reş de?

Dem ji me direve

Em nebûn serbixwe 

me nînin mafên rewa

 derman yekîtiye

Biçînin tovên gulan

dêbiçinin gurzên gulan

hingî biserdikeve doza me

rizgardibin ji azaran. 


✍️ Selma Alyoussef

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

ينادمني في البعد عنك بقلم الشاعر خالد الجندي

حسناء في ثوب التواضع بقلم الشاعر فؤاد يوسف ابو طاحون

طفلتي بقلم الشاعرة أم إبراهيم