Ez qurban بقلم الشاعر بافى متين
Ez qurban..
Min ji sibehê pirsî bi hatina te ez çi diyarî heval û hogirên xwe bikim bişivî û got: ê min ez dê rokeke rûgeş û gehî ji hevalên xwe re diyar bikim...min jî got: ezê jî dilekî tije ḧezkirin û hestin tev de silav û şahî ji hevalên xwe re diyar bikim, û ji wan re bêjim
Ez qurban
Çand ew her karê ramanwerî, û libatî ku her civakekê li cem xwe û ji xwe re afirandiye, ji lewra her civakek hunera xwe bi zarê xwe li pêşdixe û di hemandemê de bi hunera xwe çanda xwe bi her civakên cîhanê dide nasîn.
Bi boneya rojbûna zarê kurdî ez vê helbaestê diyarî her kurdê ku ji zarê xwe hezdike, û jê re û pê kar dike, dikim.
Bavê Metîn
Rêzara min
Naçe bê te tu kes banî
ey neyara hêvejanî
Hêz û saya her xizanî
wa rêzara min delalê
Rêç û rêdana te eve
li ser rûpelan dikeve
Mîna derbûna ji deve
wa rêzara min delalê
Tu wî doste xweş hevale
çi ciwane û çi kale
Him li dere him li male
wa rêzara min delalê
Bê te ayend ez nizanim
perîşanim tim xizanim
Pûç û bawî bê zimanim
wa rêzara min delalê
Her ji bo min nan û ave
hem dayike hem jî bave
Tu pirtûkek bi xweş nave
wa rêzara min delalê
Şewqa riya tarî tuye
finda jînê tu roniye
Cerg û çave tu mejiye
wa rêzara min delalê
Xweş silave silava te
sî û tîpek ji nava te
Dîrok tev de bi rava te
wa rêzara min delalê
Tu her derya zanebûnê
tu rêpêşa serxwebûnê
Dermanê derdê hebûnê
wa rêzara min delalê
Ne ji bo min tenê jîne
hey ez mirim tê bimîne
Na li ser min meke şîne
wa rêzara min delalê
Tu ezmane tu gerdûne
tu yî mane tu hebûne
Em bi te kurd xuyanbûne
wa rêzara min delalê
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
2000
تعليقات
إرسال تعليق