Wer vegere بقلم الشاعر بافى متين
Wer vegere
Wey wax li min ji dest min çûye delalê
Rû gehiyê berî nermê zendî palê
Di dil min de veniştiye l`min ḧelalê
Wê bîra min b`xwe mijûl kir di mitalê
Li ber çavê mine her dem b`wê pergalê
Sîng merqedê mi jê ḧezkir bûm evdalê
Vedxum şîrav ji wan lêvên wê peyalê
Di xalê de memik mijim wek mendalê
Min di çemê evîna xwe dêm şemalê
Ji min berda mi anî xwar ji kendalê
Mi heyv navê ne ro jî na hew bermalê
Çem û çiya qet wê nabin ji vê balê
Wer vegere dildara min roj bûn salê
Wekî gula nav simbila l`vê demsalê
Ezê rûnêm ber bejna te li tengalê
Te jênakim tenê bênkim te delalê
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
تعليقات
إرسال تعليق