Zeriek li Botan بقلم الشاعر بافي متين
Zeriyek li Botan
Zeriyek li Botan
navê xweş lê azade
Hey bi xwazim bo xwe
ez pê zanim kes nade
Keçek rind û ciwan
rû geş bûka cîhanê
Sîng berfa xelatê dilê wê kanya danê
Porê sor berdaye tîrêja rohilate
Herdû kanyê çavan yek Decle yek Ferate
Hina dest û kezya
ji av û axa Wane
Herdû lêv sorkirin
bi xwîna pakrewane
Kilê çavên belek
Ew ji Cûdî komire
Bêhna wê pir xweşe bên xwêdana karkire
Rû şoxe xwîn şîrîn xwîn petrol kerkûkê
Dayê dil hat sotin
li ser rewşa vê bûkê
Xwazgînê wê hatin
ji her hêlê dunyaye
Qelenê wê xwînê
ezê bidim lê dayê
1995
Cindiyê Metînî
تعليقات
إرسال تعليق