Deşta ber fireh بقلم الشاعر
Deşta ber fireh
Ji te bêhna beybûnê
Ji ber vedije pertew
Ber şînê sîng zozanî
Çiqasî ser xweş xew
Min li xweristê nedî
Wek te rû geş û bedew
Ji gurcî û zeryanî
Xwestiya min ma tu hew
Her ba li porî dide
Wan keziyan vadçire
Bêna gulav û giyê
Li ber bayî xweş dire
Li vê deşta ber fireh
Ḧeta çav te dibire
Pinpinîka per belek
Li dora te difire
Dil li pey te dibeze
Giyanê min dixwazî
Min kir benyê evînê
Xistim deḧf û gewlazî
Evîna te dijware
Ez pê nikarim nazî
Derdek bi êş û jane
Hestê min kir lawazî
Ha şte gulek lê gulê
Ka bide min maçekê
Ber buhiştê ber belê
Ber kalanê xaçekê
Li ber tîna memikan
Li ber talda wê kelê
Ji wê tayê derkevim
Ma dermanê wê kulê
Lavij dikim ez ji Ho
Biba wek min bigota
Ji pêsîrên buharî
Şîr bi lêvan bidota
Hing çîçekan dimijin
Min jî ew lêv bimêta
Bera Ho li dûjgehê
Min bi pêta bisota
2003
Cindiyê Metînî
تعليقات
إرسال تعليق