Gurciya min بقلم الشاعر بافى متين
Gurciya min
Ji min pê ve, kes nizane,
Ber bi xemla gul bike
Belek çavan, kî dikare,
Ji min pê ve kil bike
Heta bijim, nikare kes,
Nazenîn te sil bike
Evîna te, kes nikare,
Tew ji cergê dil bike
Bilbilî zar, xweş dixwîne,
Bi zarê kurdaniyê
Mey vexurim, ser dinoşim,
Bi ava ji kaniyê
Hey fênikê, ji min re tu,
Giyanê vemaniyê
Bibim gorî, te parêzim,
Ji pencên talaniyê
Qey ji kê re, gurciya min,
Wa tu xwe bedew dikî
Hizkarê te, ser berê te,
Bi serxwşî xew dikî
Ne dilsoze, ji te re ew,
Xwe find û pertew dikî
Tixa îro, bi dij te re,
Ew xwe mina kew dikî
Di paxil de, pir gimaze,
Û gulokên gewhere
Tu gerdûne, peyam bere,
Yezdanek bê himbere
Xweştirîna ji şîrê dê,
Tu ew çêja şekire
Buha qelen, ji min pê ve,
Kes nikare hilgire
Cindiyê Metînî
25–5–2014
تعليقات
إرسال تعليق