Dest ma li بقلم الشاعر باور جان
Dest ma li ser peyalê
Ciwanî. Çû bi derda
Rojek xweş na min nedî
Lîstik û hêvî mirin
Xem li sîngê bún kedî
Derd û êşê dilê min
Tenê d.sînga min deye
Tu kes. na na nizane
Ji. Lewra bê wate ye
Dest ma li ser peyalê
Bûm dîlê hemî dema
Dîmen ê te têdeye
Eşq û evîn qey nema
Birîn nema tên ser hev
Devê wan ma vekirî
Dil tenûr a dada yî
Gur gur a wî Agir î
Gelo. heye rojek. bê
Arê dil êm vemirî
Çav ji hêsra ziwa bin
Gerden ji qîr û girî
Bawer Can Arî

تعليقات
إرسال تعليق