Bîr anîne بقلم الشاعر حسن كورده ده
Bîr anîna hevala mizgîn?
Çiqas xweş tê ev nav li te hevalê
Ser bilindim gorî te bûm delalê
Armanc yeke welat pare şepalê
Yek zimane dayik nalin xezalê
Hilweşîne bê bextî yê ji malê
Mizgînim ez tu deng vede xeyalê
Nebêj ku çûm zindî me ez wek dalê
Pirske dijmin şev û rojan li balê
Weka mûmek bi çirûskim ji halê
Doza welat avdayî me vê salê
Ji gundekî beyar hatim galgalê
Min guh neda kesê kurt bîn betalê
Şîret ku dijmin bigrin vedin çalê
Ev gotin ya bav bapîr am û xalê
Nebêj ku çû dîsa bijîn tiralê
Ezê bême bîra we di ser salê
Dijmin hove fen û fût berdin qalê
Bi hev xweş bin ji min bigrin mîsalê
19/19/2022-Serzorî
تعليقات
إرسال تعليق