DîlBerê بقلم الشاعر اكرم اومري
DÎLBERÊ
Dîlber vaye buhar hatî
Da min soz lê tu nehatî
Çav westiya li nerînê
Dil û ceger bi şewatî
&&&&
Bejina bilind li hev hatî
Tu xemil û xêza welatî
Nabe şahî bê te ev dil
Kanî heyva bi şev hatî
&&&&
Piştî te lê evîn şerme
Bûme ez hestî û çerme
Kanî ew soza te da min
Ji sala li hêviya te me
&&&&
Min hiştekir ji vî dilî
Temen diçû tev dibuhirî
Bike şermê carekê ji min
Vaye por tev bûye hirî
&&&&
Bavêm ji dil te nikarim
Bi şev pê de her guhdarim
Ji eşqa te de bûme dîn
Rê dirêje bê neçarim
&&&&
H•EKREM OMERÎ
تعليقات
إرسال تعليق