Kerî yê bê şivan بقلم الشاعر حسن كورده ده
Kerî yê bê şivan?
Yek bi serî yek bi berî
Em tev ketine yek derî
Hemû diçin wî hindirî
Lê bê şivan man wekî kerî!
Lo bê hişo daxaz yeke
Ew zerî ya çav beleke
Bes bibin li gel vireke
Bê aro tu tew namirî?
Gel me xapand tir û vira
Hêdî guh nadin gir gira
Ma qey tu nabêjî çira
Va tên kuştin nakî girî?
Welat va çû tu li ku ye
Parasvanê dijmin tu ye
Neyar are tujî dûye
Ar û rûmet kê'j te birî?
Çi babetê razîkim te
Xwîna mirdal ketî ye te
Kanî xîret kengê bê te
Tu çêleka şîr diz kirî?
23/11/2023-Serzorî
تعليقات
إرسال تعليق