Bûye du roj tu بقلم الشاعرة نزهت سيدو




 Bûye du roj tu wendaye 

Li ber çava ne xuyaye

 jiyan bi min tev valaye 

Hundir bi min wek guraye 


Ji ber çavên min tu çûye 

Gerdûna min zuha bûye

Kaniyê min tev miçiqîn 

Bexçê min bê rewa bû ye 


Temenê min bê te xave 

Jiyana min xefk û dave 

Ez  derya me tu perave 

Bo min tu nîşan û nave


Dûr nekeve ji dilê min 

Timî avde sorgulên min 

Tu awaz a bilbilê  min 

Ruh û rewan û dilê min 


Tucarî min ji bîr neke 

Nêzî min be û meyzeke

Buhara  dil temaşeke  

Dilê  min li dinê  veke


Dayîka Raman (نزهت سيدو)

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

ينادمني في البعد عنك بقلم الشاعر خالد الجندي

حسناء في ثوب التواضع بقلم الشاعر فؤاد يوسف ابو طاحون

طفلتي بقلم الشاعرة أم إبراهيم