Kurmê hesûd can qilqil بقلم الشاعر حسن كورده ده
Kurmê hesûd can qilqil ya?
Kanîka me av tê kelya
Berf li çîyan tev dihil ya
Av girgîn bû dan ber lehya
Şûrê vînê ji ber şelya?
Çûm ser bîrê av miçiqî
Dewl min berda lê neseqî
Hespê mi ji meydan şeqî
Guhên dijmin lê bûn belya!
Hovanin ew bi hovîtî
Kar meşandin bi rûvîtî
Xwedan çima hilavêtî
Ji dergahê tevî silya?
Ger tu bi min tengezar bî
Her dem bê cih û bê war bî
Li min tu wek gurê har bî
Bê watene gazin gilya?
Ger ez û te ked nexweş bin
Wê her timî rêka şaş bin
Ked û kare dev belaş bin
Kurmê hesûd can qilqil ya?
22/10/2023-Serzorî
تعليقات
إرسال تعليق