Borï li min nenerî بقلم الشاعر حاجم موسى
Borî li min nenerî
Ew ciwana wek perî
Dêmên gulî xuyakir
Xunav ji rû dibarî
Birih çiya û zozan
Cavên reş û kilirî
Janek berda dilê min
Li min hejandî serî
Lêv sorin weke gula
Rengê sorê hinarî
Enî heyva gurover
Şewqê didê herderî
Evîna wê çi pête
Weke agirê gurî
Dil û sewdanê mi bir
Cerg û dilêm kerkirî
Evîna wê hejandim
Dil û canêm şakirî
Nizanim xewne ev yan
Rastiye dilêm birî
Bîme sofyê vîna wê
Şêxa mine ev zerî
Tihnê evîna wême
Buhişta mine perî
heyva çardeha dile
Ronî û şeveqe xurî
Li ezmanê jîna min
Li pêşber û hemberî
Tu ya minî cana min
Kulîlka sor û zerî
تعليقات
إرسال تعليق