Bêdengiyêبقلم الشاعر حيدر خليل
Bêdengiyê xwe têk bibin ji pêş xwe keleman rakin
Pênûsa min îro ziwa bûye êdî nanivîsîne
Jana dilê welatê min û şewatên welatê min nanivîsîne
Ne jî dilê min îro lêdide li ser kedera welatê min
Ne jî çavên min îro hêsiran dibarîne
Li ser bêdengiyê welatê min
Ne jî giyanê min cihekê ku bêhna xwe li ser axa welatê xwe veke dibîne
Ne jî bextewarî îro li deriyan min xistine
Mîna ku em li bajarên xerîbî ku ruh lê dijîn dibînin
Û yê pîr qels bûne
Ciwan û zarok jî di keştîyekî de ku ji ber bayê rêya xwe winda kirine û ji welatê min barkirin û diçin
Her tişt vê sibê wê destûr bide me
em wê derdên miletê xwe di dilê xwe de li pêş çavên xwe nezanî li welatê xwe bibînin
Xerîb li ku derê bijî û ger dê li hemû welatan xerîb bimîne
Ne piştgirî jêre heye
ne alîkarî jêre heye
ne erd û ne jî pereyê wî heye
Pîvana edaletê bêhevseng bû wan got ji min re
Xwediyê erd sextekar e
û yê desteserker jî dagirker e
Ew di nav edaletê de bi tenê bû û kesî nedibihîst jî
Ji bo bêhêvîbûna mirovan destê xwe ber bi Xwedê ve bilind dikirin
Êşa di dilan de zordestiya
Ev çi bêdengiyê
Ya durûtîya
ya nezanî ye
ye ku tenê Xwedê dikare bibihîze ji me tevde re bibêje ev çi nezanî ye,
û ev çi durûtîya
û ev çi derewa
û ev çi bêbextiyê ye
bi we re ye
تعليقات
إرسال تعليق