Lê miştin hûnبقلم الشاعر حسن كورده ده
Lê miştin hûn?
Lehî dixuşin birûsk û tav
Ji were dişînim silav
Hûnin pêşeroj bo me lav
Bênahîne tev nezera çav?
Em b'hêvîne tevî omîd
Ser bilindin şagirtên mîd
Tolê hildin ji bo egîd
Dil şadin em ku ranin gav?
Guh nedin wan dijminên hov
Ta neweşînin li xakê tov
Xwe dikin pembû kêra kov
J'hîm de rakin ramanên xav!
Ramanên rast xeyrî qerar
Mezlûm û durmiş bê zirar
Kurtay kendal wek ava sar
Da bi lez hûn bikin belav?
Bo we rêz silav û hurmet
Gel vane j'we girtin himet
Hûnin bawerî û xîret
De bixuşin xakê wek tav?
13/09/2023-Serzorî
تعليقات
إرسال تعليق