Dil çî ye بقلم الشاعر حسن كورده ده




 Dil çî ye?


Ger dil bihîstî te xweşkim

Şevek jiyan bi te geş Kim 

Lê mixabin  evîn çî ye

Dinya li ber çavan reş kim?


Dil wek korê ber camî ye

Narvîn ser wî nuxamtî ye

Tu car ji min bê fedî ye

Ez naxwazim ku wî reş kim?


Ew lê dide bi şev û roj

Cih bihuşte ez kirim doj

Gurintî jê tên tal û toj

Çawa ezê wî ser xweş kim?


Çawa ez wî kim razî

Bi çi dengî bi çi sazî

Nizanim çi'j min dixazî

Şev û rojan wekhev beş kim?


Serdarê jîna mine ew

Çi pertaf min da go:derew

Dinya diçe nîvî jê xew

Gerdûn jêre bi zebeş kim?!


Fermandare lê bê denge

Zor û stem her bê cenge

Bi min zû ye wî derenge

Gotina wî ez pê meş kim?


Şerpeze bûm di nav nava

Dûr ketim ji dê û bava

Kirme dîlê her du çava

Nikarim bi şûr wî qeş kim?


Kuda herim deste dilo

Tirsim li min bikî hilo

Jîna min çû ji dest wilo

Serî nema ku jê heş kim!!


Serî nema jê fingure 

Agirê dil herî gure

Kes nagire ji wî sure

Ezê jêra dîsa terş kim?!


29/09/2023-Serzorî

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد يوسف أبو طاحون

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد ابو طاحون

الغزال الأسمر بقلم الشاعر فؤاد يوسف طاحون