Evîndar im بقلم الشاعرة ديا رامان

 Evîndar im...  evîndar im 

Evîndarek birîndar im 

Ji welatê xwe bêpar im

Ez bê war im bê buhar im


Ez evîndara  welêt im 

Li  Amûdê  ez hilatim 

Li biyaniyê ez dahatim 

Ji ber ku ez bê welat im 


Bêrîkirin  min  diguvêşe 

Hestên min tim diqelêşe

Jiyana  min  tev de êş e 

Serê  min  destarê  êş e


Li  welêt  ezê vegerim 

Li warê xwe bizêvirim 

Li Amûdê herim û werim 

Li Tilhebeş bihêwirim 


Xwezî bijîm zarokatiyê 

Bi kember û bi hirbiyê 

Ez û xwîşka xwe Horiyê

Em tev de herin bêriyê


Têr razim li ser xaniya 

Li ber heyvê li nav çiya 

Û têr bixwim wan daniya 

Û bazdim li nav zeviya


Dayika Raman

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

ينادمني في البعد عنك بقلم الشاعر خالد الجندي

حسناء في ثوب التواضع بقلم الشاعر فؤاد يوسف ابو طاحون

طفلتي بقلم الشاعرة أم إبراهيم