Evîndar im... evîndar im Evîndarek birîndar im Ji welatê xwe bêpar im Ez bê war im bê buhar im Ez evîndara welêt im Li Amûdê ez hilatim Li biyaniyê ez dahatim Ji ber ku ez bê welat im Bêrîkirin min diguvêşe Hestên min tim diqelêşe Jiyana min tev de êş e Serê min destarê êş e Li welêt ezê vegerim Li warê xwe bizêvirim Li Amûdê herim û werim Li Tilhebeş bihêwirim Xwezî bijîm zarokatiyê Bi kember û bi hirbiyê Ez û xwîşka xwe Horiyê Em tev de herin bêriyê Têr razim li ser xaniya Li ber heyvê li nav çiya Û têr bixwim wan daniya Û bazdim li nav zeviya Dayika Raman
Evîndar im... evîndar im
Evîndarek birîndar im
Ji welatê xwe bêpar im
Ez bê war im bê buhar im
Ez evîndara welêt im
Li Amûdê ez hilatim
Li biyaniyê ez dahatim
Ji ber ku ez bê welat im
Bêrîkirin min diguvêşe
Hestên min tim diqelêşe
Jiyana min tev de êş e
Serê min destarê êş e
Li welêt ezê vegerim
Li warê xwe bizêvirim
Li Amûdê herim û werim
Li Tilhebeş bihêwirim
Xwezî bijîm zarokatiyê
Bi kember û bi hirbiyê
Ez û xwîşka xwe Horiyê
Em tev de herin bêriyê
Têr razim li ser xaniya
Li ber heyvê li nav çiya
Û têr bixwim wan daniya
Û bazdim li nav zeviya
Dayika Raman
تعليقات
إرسال تعليق