Xewna Edûlê û Memo بقلم الشاعر روان بدرخان

 



*xewna Edûlê û Memo .


Ax û xwezî…


rojên jiyana m`.. kom biban


hemî gorî.. serê te ban


rojek tenê… ya min heba


ez û tu ban.


bi hevdû re em.. şad biban


Sing û berêm


li ber çavên te pal bidan.


Herdû bişkok..


li nav destên te şor biban.


Lêv û ziman


li ser eniya te … xwendiban.


çav û kepî…


ji hilm û dîtina te têr biban.


Co û rûbr bila veban.


dêmên ziwa…


ji kaniya te av bidan.


" Heta sibê "


singa min palgehê te ba


bila " sibê " …


Bi rojêre


(izraîl " mêvanê mi b.a


+++++


_M,


Bila canê ....


Erê yarê… xwezî...


xewnên me bi cih biban.


çem û kaniyên me der biban.


çol û beyar jê av bidan.


Bila yarê...


gul û gulçîçek şîn biban.


û ez û tu ban…


Mem û Zîn mêvanên me ban.


li bin siya dara xwe ban.


singa min palgehê te ba.


Li ser darê..


şalûl û bilbil xwendiban.


" sozdar " û(zana).., me heban.


zêrevanên soza me ban.


Ew dayika şêrîn ziman


bingeh û bindara me ba,


Li ser singa dilovanê


gora me ba.


Erê keçê


ez û tu ban…


bi hev re ban.


R.B

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

لم تعلم بعد بقلم الشاعر عاطف محمود

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد ابو طاحون

يقول المثل بقلم الشاعر نذيردهان