Sala bê oxir بقلم الشاعر بافى متين





 Sala bê oẍir

Bera   dûr bim ji vê salê bi sala

Ji bo min  kaniya derd û mitala

Di dil min de, ahîn û nalîn kûr bûn

Girîne pir şeha, li ser şepala

Zuha bûn kaniyê me, hew pijiyan

Ji nav teḧta sulav, nama rijiyan

Xunava buharê bi çilkê hûr bûn

Ne Gul pê vebûn, ne simbil hejiyan

Me ne dexl, û ne das, û ne şeẍir bûn

Gepa nanê me xwar tev de zuẍur bûn

Hinek parî kapek û ka û ûr bûn

Gelek salên wiha çûn, bê oẍir bûn

Seqa erê tereza xwe li rez kir

Ne Gur bû, Qotikê êrîşî pez kir

Şivanê me, ji dar û bê bilûr bûn

Li me derdê mirinê, xwe b`tepez kir

Çiqas hêlîn, li ser çiprîkê rût man

Ji sermayê qerisî, wekî pût man

Li ber Tavê şewitîn û kuzûr bûn

Wekî me ew jî, bê êm û ne qût man

Ji dizyê, li welatê mi diz   pir bûn

Ji wana hin sîxur û hin  rawir bûn

Wekî  dijmin, li gerdena me şûr bûn

Di vê salê  de   mixabin rêbirbûn

Ji deng bûne çivîk, bê çîviçîvin

Bi leka sêwî bê av û bê şîvin

Ji warê xwe perîşan gelek dûr bûn

Tenê dijmin li hev xakê dipîvin

31/12/2021

Cindiyê Metînî

(Bavê Metîn)


تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

ينادمني في البعد عنك بقلم الشاعر خالد الجندي

حسناء في ثوب التواضع بقلم الشاعر فؤاد يوسف ابو طاحون

طفلتي بقلم الشاعرة أم إبراهيم