Kobanê بقلم الشاعر بهجت عثمان

 




Kobanê


Di ševek tarîde

Gurên dev bi xwîn

Keftarên gemar 

Çilên Tariyê

Rovî û sa

Hemî bûne yek

Û 

Êrîš berdane 

Ser Kobana dixwede 

mîna Mendalekî beršîr

bê guneh 

Veciniqî

li ser dengê Kuleyên Tîrorê

Û

Banga 

Elah û Ekber 

ji niškave

Xwîn ji lašê Nazik herikî 

û

bê deng

hêdî 

hêdî

 xwe siparte toreya mirinê

û 

berdergûšê wî

weke serxwešekî bê hiš

li ber sîka dara xewnên 

Veçirandî

Xwe vezîlandibû

Tevnên serkeftineke beravêtî

li bedenê xwe pêçabû

di xewekê Šêrîn razay bû

Kobanamin 

talan kirin 

berebat kirin

wêran kirin 

hêjî dergevanên wê

di sawîrê serkeftina xwede 

dikirin dîlan 

Dengek ji Bašûr hat 

va ez hatim 

tolankerê Kobanê me 

û 

Ševqeyên Sor

dibin Ala Azadiyê de 

Šînor çirandin 

û

bi tîrêjên Rojê

Tariya ševê li Kobanamin 

çirandin 

û 

Çakûç Kawayê Serdemê

hildan 

û 

Da;iš , šikandin 

û 

dîse Roj li Kobanê Hilat 

û 

Ala Azadiyê li Mištenûrê 

çikandin 


Behcet Osman //Dilšîn Osman //

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

يقول المثل بقلم الشاعر نذيردهان

الخوان زماني بقلم الشاعر علي مباركي

أموت في البعاد بقلم الشاعر احمد البوهي