Evindar bê guneh in بقلم الشاعر لازكين ديروني
Evîndar bê guneh in
Evîndaran guneh nîn e
Bi arê Işqê suhtî ne
Ji dil perwer û sozdar in
Yeqîn kin ew bihiştî ne
Bi dilpakî evîn girtin
Di nav kewser de şûştî ne
Nekin lomê ji dildaran
Evînî xweş û mizgîn e
Evînî ew meya jînê
Di dil û can de şêrîn e
Di baxê wan gulên rengîn
Binefş , reyhan û nisrîn e
Ji Işqa dil timî mest in
Di Ola wan de xeyd nîn e
Kenû şadî li ser lêvan
Biharek her dema şîn e
Lazgîn dêrûnî
ألف شكر لكم على توثيق قصيدتي في مجلتكم الموقرة واتمنى لكم دوام التوفيق و النجاح
ردحذف