Bawer neke بقلم الشاعر لازكين ديروني

 




Bawer neke 


Bawer neke ey dîlberê

Eşqa te kuştî vegerê

Piştî ji dil çûyî derê

Çawa divê hestên berê?


Agir û pêt berdaye dil

Barê xema avête mil

Hêlîn te berda bûyî sil

Nûve xwe tavê mehderê


Bexçê bi hevdû re me çand

Eşq û evînî lê reşand

Rabû te av ser wî çikand

Sorgul girîn ser qederê


Her min tenê ew derd dixwar

Şûşa zilindarê vexwar

Ez bûm perîşan û hejar

Dîlê xeman û keserê


Carek nehatim ez li bîr

Pişta xwe da min ez feqîr

Xistin di dil çend bist û tîr

Ber ba wekî kelemperê


Çawa ji te bawer bikim

Dîsa dila perwer bikim

Dara ziwa nû ter bikim

Dotsa ne rast bê bawerê


Lazgîn dêrûnî

تعليقات

  1. الف شكر و تقدير لكم على هذا التوثيق لقصيدتي و دمتم ذخرا للادب و الشعر متنيا لمجلتكم دوام التوفيق و النجاح مع اطيب تحياتي

    ردحذف

إرسال تعليق

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

يقول المثل بقلم الشاعر نذيردهان

الخوان زماني بقلم الشاعر علي مباركي

أموت في البعاد بقلم الشاعر احمد البوهي