Cavên reş بقلم الشاعر سلام زهراب
/Çavên reş/
Gerandim nava baxan
Ez birim çol û çiyan
Sermest kirim
serxweş kirim
EWan herdu Çavên reş
Avêtim nav kavilan
Ji min bir xewa şevan
Reswa kirim
Bêzar kirim
tîrên tûj ji çavên reş
Ketim bîrek bê binî
Rojê xwe ji min dizî
Bûme şîtek bê mejî
Dinya tev bi min kenî
Ax ji derdê Çavên reş
Birim ezmanek fireh
Bê dawî û bê serî
Kirim stêrek bê ronî
Ewan herdu Çavên reş
Selam Zehrab
تعليقات
إرسال تعليق