Dîdara bê deng بقلم الشاعرة حليمة جان كوباني
(Dîdara bê deng)
Li paş dîwarê bê dengiyê
Tu bûyî awaza dilê min yar
Bûyî naveroka helbesta min
Her têlek ji awaza min li têla
Tîpên navê te didan ey yar
Eşq û evîn zêdetir dikirin
Gulistana dilê min av didan
Xem û xeyalê min direvandin
Rastiyek li ber çavên min xuya
Dikirn sozê dîdarê nêzî dikirin
Awaza gul û sosina belavdikir
Rih û rewana me dighîştin hev
Halima Can Kobani /28/12/2019
من وحي اللوحة Ji şiroveya wêne yê
تعليقات
إرسال تعليق