Şivanê derdan بقلم الشاعر عبد الرحمه عبدو

 



Şivanê derdan


Ji keviya birînên min

Lehiyek diherike 

Tevî kovanan 

Li rûyê min

Cemidî ne

Hêstirên har

Dikewînim bîranînan 

Bi dengê penaberekî 

Û strana......

Ey welatooo 


Li şevên 

Havîneke germ 

Bi hêviyên bask şikestî 

Dipêçim birînên kûr 

Nabin bend

Li ber lehiyên har 

Û çîrok û destan 

Ji nû ve 

Vedijin 

Li kendalên bor 

Dibim şivanê 

Xem û kulên jar 


Tu yî 

Ey keça dildar 

Dermanê dilê 

Xembar 

Awaza bilûra nazdar 

Ji tiliyên xwedayê

Jîndar 

Hewês û buhara 

Candar.

Tu yî... #CAN 

Tu yî..


Ebdirihman Ebdo

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

لم تعلم بعد بقلم الشاعر عاطف محمود

عاشقة الورد بقلم الشاعر فؤاد ابو طاحون

يقول المثل بقلم الشاعر نذيردهان