Çavên teبقلم الشاعر سلام زهراب
Çavên te Pencere ne
Dermanê êşa dil in
Du stêrên rûgeş in
Ronî didin diniyayê
Wan ez xistim belayê
Li kenarê deryayan
Ez teyrekê azad bûm
Difiryam gol bi gol
Ber avan , nava çiyan
Li Çolên nêzîk û dûr
digeriyam bê sînor
Di çêriyam Bê hedan
Nişkave , ez dîn kirim
Bê hiş kirim,çavên te
***
Çavên te , Lê şemalê!
Ezmanekî Fireh e..
Kaniyên av zelal in
du tîrin serî tûj in
cegerê'm baran kirin
Hinav tijî xwîn kirin
***
pepûleke rengîn bûm
Ez Şaha bexçeyan bûm
Digeriyam gul bi gul
hingivê sor dida hev
Nişkave , Bê hiş kirim
Berdame dinya xeman
Talan kirim , vê xifşê !
Serxweş kirim, por reşê
Berdame bîreke kûr
Bûm kuştiyê evînê
kuştiyê du Çavên reş
ciwanê ! Lê delalê !
✍selam Zehrab
تعليقات
إرسال تعليق