HATN بقلم الشاعرة وهيبة عيس
HATIN
Hatin hemû gelê birêz.
Gel komkirin anîn himêz.
Çand û sinc kirin e dûrêz.
Ji qelp û qels tev kirin hêz
Pêwîste tim hebin birêz.
***************************
Çand û pîvan ew zagone
Ne wekhevî ew efyone.
Dadgeh ji bona wan hîvron.
Rêbertiya rast wilone.
Ev hêvî ji kesên birêz.
***************************
Tim fenerin ji bo gela.
Ezber dikin hemu pila.
Wek xoca , feqa û mela.
Saxlem dikin hemû dila
Tim li çerxê dikine mêz
****************************
Disotin bo ronahiyê
Ew êzingên azadiyê
Qeder ji bo wan tariyê.
Pênûs xencera sûtiyê.
Bo mafa îraden û hêz
Divê hebûn gelê birêz.
****************************
Gelên birêz ew napirsin
Ji mirinê ew natirsin
Binixtin wek zîvê qursin.
Lewma buhane nirx girsin
Bimbarekin genimê cêz.
****************************
Sînga xwe tim didin gula
Pênûs şûr li tilî û mila
Halan û coş didin dila
Rihet dikim derd û kula
Ev rêbazên gelên birêz.
Ev rêzbenda kesên birêz.
*************************†**
WEHÎBA ÎSA. 30 . 5 . 2021
****************************
تعليقات
إرسال تعليق