Rojekê بقلم الشاعر عبد الرحمن عبدو





 Rojekê 

Di şevke hêyvdayî de 

Berî berbangê 

Ji çavên xilmaş bûyî 

Ji dilopên xunava meyî ye 

Li ser rûyê sorgulan 

Em ê helbestekê 

Bi tîna dilên xwe binivîsin 

Ji çavên Zeytûnî re 

Bikin diyarî 

Da ku "xweda" hişyar bibe

Û rondikên şikestî 

Ji çavên belek bimale 

Bi tîrêjên yekemîn re 

Keskesora rengîn 

Asîmanê me bixemlîne..


Ebdirihman Ebdo

تعليقات