Kengê şabim بقلم الشاعر حسن كورده ده
Kengê şabim? Ma kê hîştî ku binalim ta ebed Ev dil xav kir wê ji kîna bê ehed Ber bi jorda hilkişîm ez bi carek Felek da min li gerdûnê çi yarek Ew delala xweş û naza sermedî Lê ji dil da bê hemd lê bûme xudî Ahû kovan min kişandin ji bo wê Dûr xistim ez ji razan û ji xewê Bûm bilbilek her bi evxan dinalim Ciwanî çû der zemînê wek kalim Sîxur ketin navra me bi dirûtî Xwe firotin her ew jiyan ekrûtî Ma ne bese zêrzemîn a tê werbim Heta kengê xudî kul û keser bim Cahîl nezan va gihiştin mebestê Rêveber no kengê bizanin qestê 20/10/2023-Serzorî